Erebêk li Franseyê çend kes birîndar kir

di nava birîndaran de herî kêm 4 zarok jî hene.
کوردستان TV
100%

Bi kêran êrîşî ser wan kir û di nava wan de zarok jî hene.

Îro pêncşem wezîrê navxwe yê Franseyê Gerald Darmanin ragihand ku, welatiyekî Ereb yê Sûrî li bajarê Annecy bi kêran êrîşî ser xelkê kiriye.

Darmanin diyar kiriye ku, di encama êrîşa han de gelek welatiyên Frensî birîndar bûne û di nava birîndaran de zarok jî hene û hêzên polîs jî karîne bilez kesê êrîşkar binçav bikin.

Ji aliyeke din ve çapemeniya cîhanî jî qala vê yekê dike ku, di encama êrîşekê li Rojhilatê Franseyê herî kêm 8 kes birîndar bûne ku, di nava wan de 4 zarok jî hene.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.