Bingeheke sereke ya komara Tirkiyeyê hat hejandin

ferman bi Fermandarên artêşa hatiye kirin biçin hecê.
کوردستان TV
100%

Bo cara ewil artêşa Tirkiyeyê Fermandarên xwe dişîne hecê.

Li gor nûçeyeke rojnameya pencere (pencere gazete) wezareta berevanî ya Tirkiyeyê û Serokerkaniya giştî ya artêşa Tirkiyeyê di dîroka hemdem ya Tirkiyeyê de gaveke bêhempa avêtiye.

Wezareta berevanî û Serokerkaniya artêşa Tirkiyeyê piştî serbest kirina hicab (leçik) di nava artêşa Tirkiyeyê de, vê carê jî daxwaz ji Fermandarên artêşa Tirkiyeyê kirine biçin hecê û kesên ku, dixwazin bi dilxwazî biçin hecê navên xwe radestî Serokerkaniya artêşa Tirkiyeyê bikin.

Hinek alî bi taybetî opozîsyona Tirkiyeyê jî qala vê yekê dike ku, ev biryar bi wateya nehêştina pîvana sokolarîzimê di nava artêşa Tirkiyeyê û îslamîze kirina artêşa Tirkiyeyê ye.

Herwiha hin nivîskar jî qala vê yekê dikin ku, ev biryar bi wateya afirandina derfetêye bo ava kirina mercên ragihandina xelafetê li Tirkiyeyê.

 

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.