Îran hêzeke zêde şandiye ser sînor

yekeyên topxane jî şandiye ser sînorên herêma Kurdistanê.
کوردستان TV
100%

Li Parêzgeha Silêmanî hêzeke zêde ya Îranî hatiye komkirin.

Li gor zaniyariyên berdest ev çend roje rejîma Îranê di wan çend rojên dawî de dest bi liv û tevgerên leşkerî li ser sînorên navbera Rojhilat û herêma Kurdistanê kiriye.

Li gor rojnameya Elerebiye elcedîde, di wan du sê rojên derbasbûyî de spaha Pasdaran ya Îranê hêzeke zêde li gel çekên giran şandiye ser sînorên navbera herêma Kurdistan û Rojhilatê Kurdistanê bi taybetî li devera Silêmanî.

Herwiha hatiye zanîn ku, Îran yekeyên topxane û çekên giran şandiye Merîwan, Pawe, Hewraman û Bane û hijmareke zêde leşkerên xwe jî şandiye wan deveran.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.