Geştên Hewlêrê Tiflîs destpê kirin

heftane yek geşt di navbera her sê welatan de heye.
کوردستان TV
100%

9 sal bû ev geştên han hatibûn rawestandin.

Li gor nûçeyeke ajansa fermî ya Îraqê geştên raste rast yên di navbera Hewlêr, Bexda û Tiflîsê de dîsa destpê kirine.

Li gor çapemeniya Îraqê îro pêncşem ev geştên han destpê dikin û yekem geşt ji Bexdayê bo Hewlêrê û ji Hewlêrê jî bo Tiflîsê dibe.

Ev di demekê deye ku, beriya 9 salan geştên raste rast di navbera Hewlêr, Bexda û Tiflîsê de hebûn lê hatibûn rawestandin.

Di merheleya yekem de heftane yek geşt ji Hewlêr û Bexdayê bo Tiflîsê û beruvajî heye.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.