Sûdanî soz da Serok kêşeya Cotkarên Kurd çareser bike

Serok Barzanî ji Sûdanî re gotiye lazime ev kêşe bilez were çareserkirin.
کوردستان TV
100%


Serok Barzanî telefûna Sûdanî kiriye û daxwaza çareser kirina vê kêşeyê kiriye.

Berpirsê mekteba rêxistina Parêzgeha Kerkûkê ya Partiya demokrata Kurdistanê Kemal Kerkûkî ji Kurdistantv re ragihand ku, Serok Barzanî bo çareser kirina kêşeya zeviyên Cotkarên Kurd li derverên derveya îdareya herêma Kurdistanê telefûna Serokwezîrê Îraqê Mihemed Sûdanî kiriye.

Kerkûkî eşkere kir ku, Sûdanî jî soz daye Serok Barzanî ku, bilez ev kêşeya han çareser bike û hêzên leşkerî yên ku, bo parastina erebên hawirde bo deverên hatibûn şandin, bi fermana Sûdanî vekêşiyane.

Weke tê zanîn ev demek bû ku, erebên hawirde bi piştîvaniya artêşa Îraqê û heşda şebî zilim li Cotkarên Kurd yên wan deveran dikirin û dixwestin dest deynin ser berhemên wan û erdên wan.

 

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.