Serokwezîr li gel şandeke Azerbayicanî civiya.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel şandeke Azerbayicanî civiya û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;
Îro me pêşwaziya Organîzatorê karûbarên balyozxaneya Azerbayicanê li Îraqê birêz Nesîr Memdov kir û di civînê de me giftûgo derbarê peywendiyên du alî de kir.
Organîzatorê karûbarên balyozxaneya Azerbayicanê amadebûna welatê xwe bo bihêztir kirina têkiliyên li gel herêma Kurdistanê diyar kir û balkêşande ser vê yekê ku, di demên pêş de Konslusxaneya giştî ya Azerbayicanê li herêma Kurdistanê tê vekirin.
Me jî behsa xwesteka herêma Kurdistanê ya bo pêşde birina têkiliyan li gel Komara Azerbayicanê kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin