Amerîka dorpêçên nû dixe ser Îranê

Amerîka dorpêç danî ser Çîn û Hung Kngê jî.
کوردستان TV
100%

Ev dorpêç li ser bernameya etomî ya Îranê ne.

Wezareta gencîne û darayî ya Amerîkayê ragihandiye ku, çend dorpêçên din yên nû xistiye ser bernameya etomiya Îranê.

Li gor daxuyaniya wezareta xezîneya Amerîkayê di vê pakêca nû de çend welatên din yên weke Çîn û Hung Kng jî ku, hevkariya Îranê kirine rastî dorpêçên nû y ên Amerîkayê hatine.

Amerîka Çîn û Hung Kng bi vê yekê tawanbar kiriye ku, bo çê kirina çekên etomî hevkarî û karasanî pêşkêşî Îranê kirine.

Weke tê zanîn beriya du rojan wezîrê derve yê Amerîkayê jî diyar kiribû ku, Amerîka bi ti awayî rê nade Îran bibe xwedan çekên etomî.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.