Serokwezîr li gel balyoza Swîsê ya li Îraq û Urdinê civiya.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel balyoza Swîsê ya li Îraq û Urdinê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;
Îro me pêşwaziya balyoza Swîsê li Îraq û Urdinê birêz Emilia Georgiova kir.
Di civînê de me giftûgo derbarê rewş û pêşhatên giştî yên Îraq û deverê û pêşde birina têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Swîsê kir.
Me balkêşande ser xwesteke herêma Kurdistanê ya bo pêşde birina têkiliyan li gel Swîsê û fêde wergirtin ji ezmûna pêşkeftî ya vê welatî di warên curbicur de.
Balyoza Swîsê li Îraq û Urdinê Emilia Georgiova behsa prosesa avedanî û bînasaziyê li herêma Kurdistanê kir û amadebûna welatê xwe jî bo bihêztir kirina têkiliyan li gel herêma Kurdistanê bi taybetî di warê pêşesazî û bazirganî de diyar kir.
Têkiliyên navbera herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî, girîngiya dabîn kirin û rêz girtin ji mafên destûrî yên herêma Kurdistanê, rewşa kempên awareyan yên li herêma Kurdistanê, afirandina derfetan bo vegera wan bo cîhên xwe, rûbirû bûna bandorên nerênî yên guhertinên keş û hewayê û girîngiya parastina çavkaniyên avê û çend babetên din mijara civîna me bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin