Parlementoya Îraqê deng li ser bûdceyê dide

tê payîn roja pêncşemê proje qanûna bûdceyê were pejrandin.
کوردستان TV
100%

Roja pêncşemê parlemento dicive.

Li gor daxuyaniyeke Serokatiya parlementoya Îraqê yaku, ji aliyê navenda ragihandina parlementoyê ve hatiye belavkirin, vê roja pêncşemê parlementoya Îraqê bicive.

Bernameya civîna parlementoyê giftûgo kirin û dengdan dibe li ser proje qanûna bûdceya federalî ya salên pêş.

Weke tê zanîn ev demek bû hin alî li ser para Kurdistanê di nava proje qanûnê de çend guhertin kiribûn lê hikûmeta herêma Kurdistanê bi taybetî jî PDK nerazîbûna xwe dijî wan guhertinan diyar kiribû û jiber vê yekê dengdan li ser proje bûdceyê hatibû paşxistin.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.