Hêzên rejîma li Qamîşloyê dorpêç kiriye.
Capemeniya hêzên Sûriyeya demokratîk belav kir ku, weke bersif dayînek ji dorpêçên rejîmê yên li ser taxa Şêx Meqsûd ya li Helebê û kempa Penaberên Efrînê ya li Şehbayê, hêzên antî terorê hêzeke mezin ya rejîmê Qamîşloyê dorpêç kirine.
Di nûçeyê de hatiye gotin ku, hêzên antî terorê yên HSD karîne hêzeke zêde ya rejîmê yaku, li ser rêya balefirxaneya Qamîşloyê hatiye bicîhkirin, dorpêç kirine û ragihandine heta dorpêçên ser Şêx Meqsûd û kempa Şehbayê neyên rakirin vê dorpêçên ser hêzên wan jî neyên hilweşandin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin