Serokwezîr pêşengeha HITEX vekir

kompaniyên Kurdistanî berhemên xwe yên nû xistin ber çavan.
کوردستان TV
100%

Di pêşengehê de gelek kompaniyên navxweyî beşdarin.

Îro sêşem bi merasîmeke fermî Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşengeha teknolojîkî ya HITEX 2023 vekir.

Piştî merasîma vekirinê Serokwezîr serdana tevahiya beşên vê pêşengehê kir û ji xwedanên kompaniyan derbarê berhemên wan yên nû de zaniyarî stend.

Ev pêşengeh vê çend rojan berdewam bike û têde gelek kompaniyên navxweyî jî berhemên xwe yên nû yên teknolojîkî xistine berçav.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.