Îsraîl: Em ji rêkeftineke demkî di navbera Îran û Amerîkayê bifikarin

dibêje nabe cîhan rê bide Îran bibe xwedan çekên etomî.
کوردستان TV
100%

Amerîka jî dibêje em rê nadin Îran bibe xwedan çekên etomî.

Nunerê hertimî yê Îsraîlê yê li Netewên Yekgirtî Gilad Ardan ragihand ku, welatê wî ji rêkeftineke demkî ya di navbera Îran û Amerîkayê de bifikare.

Gilad Ardan herwiha eşkere kiriye ku, Îsraîl ji vê yekê ditirse ku, Îran bibe xwedan çekên etomî û fikarên Îsraîlê jî li hember rêkeftineke demkî ya di navbera Îran û Amerîkayê de heye ku, derfetê bide Îranê bibe xwedan çekên etomî.  Navhatî daxwaz ji civaka cîhanî kiriye ku, rê nede Îran bibe xwedan çekên etomî.

Li hember de jî wezîrê derve yê Amerîkayê Antony Blinken ragihandiye ku, Amerîka bi ti awayî derfet û rê nade Îran bibe xwedan çekên etomî.

Weke tê zanîn duhê jî ajansa cîhanî ya enerjiya etomî ragihandibû ku, ti pêşkeftinek di diyaloga navbera Îran û IAEA nehatiye bidest xistin.

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.