Li Khersonê bendavek hate teqandin

Rûsye û Ukrayna hevdû bi teqandina vê bendavê tawanbar dikin.
کوردستان TV
100%

Huşdarî li çê bûna karesateke însanî tê dayîn.

Li gor çapemeniya Ukraynî duhê bendava Nova Kakhovka ya li navçeya Kherson ya li Başûrê Rojhilatê Ukraynayê hatiye teqandin.

Çapemeniya Ukraynî qala vê yekê kiriye ku, eger heye jiber teqandina vê bendava han herî kêm 5 gund bi temamî bikivin binavê.

Ukrayna artêşa Rûsyeyê bi teqandina vê bendavê tawanbar dike.

Li hember de jî çapemeniya Rûsî dibêje bendava Nova Kakhovka yaku, di bin kontrola Rûsyeyê deye, ji aliyê artêşa Ukraynayê ve hatiye teqandin.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.