Mesrûr Barzanî: Lazime îsal hilbijartin were kirin

behsa rewşa Îraq û herêma Kurdistanê kirin.
کوردستان TV
100%

Li gel balyoza Swêdê ya li Îraqê civiya.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel balyoza Swêdê ya li Îraqê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand:

Îro me pêşwaziya balyoza Swêdê ya li Îraqê birêz Jessica Svardström kir.

Me giftûgo derbarê rewşa giştî ya Îraqê, pêşde birina têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Swêdê kir.

Derbarê têkiliyên li gel hikûmeta federalî de me tekez li ser girîngî û pêwîstiya rêz girtin ji rêkeftinên navbera her du aliyan û dabîn kirina maf û şayîsteyên darayî û destûrî yên herêma Kurdistanê kir.

Di beşeke din ya civînê de me giftûgo derbarê rewşa navxwe ya herêma Kurdistanê û girîngiya lidar xistina hilbijartinên parlementoya Kurdistanê  kir û ev yek diyar kir ku, lazime hilbijartin di dema diyarîkirî de werin kirin.

Balyoza Swêdê jî eşkere kir ku, rixmî kêşe û astengiyan, lê prosesa awedan kirin û geşe pêdana herêma Kurdistanê û bi taybetî jî ya Hewlêrê berdewame.

Baştir kirina rewşa jinan li Kurdistanê û girîngiya afirandina derfetên yeksan bo jinan di nava jiyana rojane de mijarên din yên vê civînê bûn.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.