Amerîka HSD û OSO lihev tîne

heta niha Amerîka û HSD li ser vê mijarê ti daxuyanî nedane.
کوردستان TV
100%

Hewldanên Amerîkayê bo vê yekê berdewamin.

Li gor hin jêderên nûçeyan ev demêke Amerîka hewl bo vê yekê dide daku, basikê Senadîd ku, yek ji pêkhateyên hêzên Sûriyeyê demokrate li gel komên çekdar yên opozîsyona Sûriyeyê ku, xwe weke artêşa azad ya Sûriyeyê pênase dikin, pêk bîne.

Jêderên nûçeyan behsa vê yekê dikin ku, Amerîka li deverên sînorî yên di navbera Îraq û Sûriye, Sûriye û Urdinê de hewl dide daku, Senadîd û komên çekdar lihev nêz bike û qordînasiyonek di navbera wan de bo liv û tevgerên hevbeş li deverê de ava bike.

Heta niha ne Amerîka, ne HSD û ne jî komên çekdar li ser vê mijarê ti daxuyanî nedane.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.