Deriyê Simêlka sibê ve dibe

di sala 2013an de bi fermana Serok Barzanî hatibû vekirin.
کوردستان TV
100%

Jiber helwestên yekalî yên PYD hatibû daxistin.

Deriyê sinorî yê di navbera herêma Kurdistan û Rojavayê Kurdistanê de yaku, di sala 2013an li ser fermana raste rast ya Serok Barzanî hatibû vekirin, rêya yekane ya hatûçûya navbera herêma Kurdistan û Rojavayê ye.

Di meha derbasbûyî de ev deriya han jiber helwestên yekalî yên PYD hatibû daxistin û hatûçûya welatiyan jî hatibû rawestandin.

Lê hikûmeta herêma Kurdistanê jiber berejwendiyên xelkê Rojavayê Kurdistanê û herwiha jiber gehandina hevkariyan bo xelkê Rojavayê Kurdistanê biryar daye piştî çend rojan daxistin, sibê duşem ev deriya han dîsa veke.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.