Santrala herî mezin ya Tirkiyeyê dişewite

heta niha sedema bûyerê û zirarên bûyerê jî nehatine zanîn.
کوردستان TV
100%

Hîn jî agira mezin nehatiye kontrolkirin.

Li gor çapemeniya Tirkiyeyê îro şemî di dema karûbarên paqêjkirinê de agireke mezin ber saltrala herî mezin ya Tirkiyeyê ketiye û agir hîn jî nehatiye vemirandin.

Santrala termîk ya Afşîn Elbistanê yaku, di erdhejê de jî rastî ziraran hatibû, îro di dema kar û xebatên paqêj kirinê de jiber sedemeke nediyar şewitiye û agireke mezin bi beşeke vê santralê ketiye û hîn jî agir nehatiye vemirandin.

Heta niha derbarê zirarên canî û madî yên vê bûyerê de ti zaniyarî nehatine belavkirin.

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.