Tîmeke 4 kesî ya bazirganiya mirovan hate girtin

karê wan yê sereke firotina endamên laşê mirov bûye.
کوردستان TV
100%

Li aliyê îstîxbarata Îraqê ve li Bexdayê hatiye girtin.

Li gor çapemeniya Îraqê, îstîxbarata vê welatî belav kiriye ku, îro hêzên wan di operasiyoenek berfire de li Bexdayê karîne tîmeke 4 kesî ya bazirganî kirin û bi qaçax birina mirovan binçav bikin.

Çapemeniya Îraqî diyar kiriye ku, karê vê tîma han ji 2 jin û 2 zilaman pêk hatiye, bazirganî kirin û bi qaçax birina însanan bûye.

Di nûçeyê de hatiye eşkere kirin ku, karê sereke yê vê tîma han bazirganî kirin bi endamên laşê mirov, bazirganî kirin bi zarok û jinan bûye.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.