Hijmara qurbaniyan li Hindistanê zêde bû

herî kêm 900 kesên din jî birîndar bûne.
کوردستان TV
100%

Duhê du şemendefer lihev dabûn.

Li gor çapemeniya cîhanî di encama bûyera lihev dana du şemendeferan li Rojhilatê Hindistanê gelek welatî canê xwe ji dest dane û geleke din jî birîndar bûne.

Çapemeniya cîhanî li ser zarê rayedarên Hindistanê belav kiriye ku, heta niha hijmara qurbaniyan gehêştiye 288 kes û gelek kesên din jî birîndarin.

Ji aliyê xwe ve çapemeniya Hindistanê jî diyar kiriye ku, tê payîn 900 kesên din birîndar bin û eger heye jiber dijwariya birîna hinek ji birîndaran hijmara miriyan hîn zêdetir bibe.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.