Di nava mehekê de ji aliyê hêzên Îranê ve hatine girtin û revandin.
Navenda mafên mirovan ya Hengawê belav kiriye ku, zextên rejîma Îranê li dijî welatiyên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê berdewamin û di vê çarçoveyê de girtin û revandina welatiyên Kurd zêdetir bûye.
Li gor raporta Hengawê tendê di nava mehekê de herî kêm 54 welatiyên Kurd ji aliyê hêzên îtlaatê û hêzên din yên ewlekarî yên rejîmê ve hatine girtin û revandin.
Hengawê diyar kiriye ku, 30 ji girtî û revandiyan çalakvanên siyasî, 2 jî çalakvanên olî û 21ê din jî çalakvanên medenîne û hijmara herî zêde ya girtî û revandiyan li Parêzgeha Sine hatiye tomarkirin ku, 40 kese.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin