Îran û Misir têkiliyên xwe normal dikin

Îran dibêje em bi her awayî amadene têkiliyên xwe li gel Misirê normal bikin.
کوردستان TV
100%

Geştên asmanî di navbera her du welatan destpê dikin.

Wezareta veguhastinê ya Îranê ragihandiye ku, hewldanên navbera Îran û Misir yên bo normal kirina têkiliyên xwe berdewamin.

Di daxuyaniya wezareta veguhastinê ya Îranê de hatiye eşkere kirin ku, wezareta derve ya Îranê li gel wezareta derve ya Misirê bo normal kirina têkiliyan gelek gavên baş avêtine û niha Îran amadeye geştên asmanî yên raste rast ji Tehranê bo Qahêreyê bide destpêkirin.

Di beşeke din ya vê daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku, ti astengiyek li berdem destpêkirina wan geştan tuneye û li benda Misirê ne.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.