Sedema kêm kirina henardeya gaz bo Îraqê eşkere bû

Îran henarde kirina gazê bo Îraqê bi qasî 20 miliyon metre kup kêm kiriye.
کوردستان TV
100%

Îran rêjeya henarde kirina gazê bo Îraqê gelek kêm kiriye.

Wezareta elektirîkê ya Îraqê ragihandiye ku, jiber kêm kirina rêjeya henarde kirina gazê ji Îranê bo Îraqê, welat rastî kêşeya elektirîkê hatiye û rêjeya hilbirîna elektirîkê li Îraqê kêm bûye.

Li gor daxuyaniya wezareta elektirîkê ya Îraqê, Îran jiber deyinên xwe yên ku, ji Îraqê nestendiye û herwiha jiber dorpêçên Amerîkayê bi qasî 20 miliyon metre sêca henarde kirina gazê bo Îraqê kêm kiriye.

 

Rojhilata navîn Îraq Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.