Şanda herêma Kurdistanê diçe Îranê

Kurdistan û Îranê têkiliyên xwe yên abûrî û bazirganî berfiretir dikin.
کوردستان TV
100%

Serdan îro destpê dike û 3 rojan didome.

Biryare îro şandeke herêma Kurdistanê yaku, ji Parêzgarên parêzgehên Kurdistanê û Serok û berpirsên îdareyên serbixwe pêkatiye serdana bajarê Urmiyeyê bike.

Di çarçoveya vê serdana han de yaku, vê 3 rojan bidome behsa têkiliyên navbera Kurdistanê û Îranê û çend mijarên din yên hevbeş tê kirin.

Di nava vê şanda han de Serokên odeyên bazirganî jî hene û vê şanda herêma Kurdistanê li gel parêzgarên Îranî û Serokên odeyên bazirganî yên Îranî bicive û behsa pêşde birin û bihêztir kirina têkiliyên abûrî û bazirganî yên di navbera her du aliyan de bike.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.