Îran: Ti carî şer li gel Efixanistanê nakin

beriya sê rojan Taliban jî gef li Îranê kiribû û behsa dagîr kirina Tehranê kiribû.
کوردستان TV
100%

Di wan demên dawî de gelek leşkerên Îranî hatine kuştin.

Li gel dom kirina aloziyên navbera Îran û Talibanê li ser sînoran, duhê Fermandarê hêzên asmanî yên Îranê daxuyaniyek da.

Fermandarê hêzên asmanî yên Îranê Emîr Elîhacîzade ragihandiye ku, kuştina çend leşkerên Îranî ji aliyê çekdarên Talibanê ve ne tişteke gelek mezin û girînge û nabe were mezin kirin jî.

Elîhacîzade eşkere kiriye ku, bi ti awayî şer di navbera Îran û Efixanistanê de naqewme û Îran şerê Efixanistanê nake.

Weke tê zanîn di navbera Îran û Talibanê de li ser pirsa ava rûbara Hîrmend û çend deverên sînorî nakokî hene û heta niha nêzî 10 leşkerên Îranî ji aliyê Talibanê ve hatine kuştin û beriya du rojan jî Fermandareke Talibanê gef li Îranê kiribû û gotibû bila Îran me necerbîne jiber ku, di nava 24 seatan de Tehranê dagîr dikin.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.