Isaac Hertsug: Emê behsa Îranê bikin

dibêje Azerbayica jiber cîranê Îranê ye, bo Îsraîlê girînge.
کوردستان TV
100%

Serokê Îsraîlê li Azerbayicanê ye.

Serokê Îsraîlê Isaac Hertsug li ser vexwandina fermî ya Serokê Azerbayicanê duhê sêşem serdana vê welatî kir û biryare ev serdana han du rojan bidome.

Duhê Isaac Hertsug dema gehêştina xwe bo Bakûyê ragihand ku, Azerbayican weleteke girîng û cîranê Îranê ye, têkiliyên navbera Îsraîl û Azerbayicanê gelek başin û em dixwazin têkiliyên han berfiretir û bihêztir bikin.

Hertsug herwiha eşkere kiriye ku, Azerbayican cîranê Îranê ye ku, li dijî Îsraîlê di hewldanên curbicur deye û metirsiyeke gelek mezine bo ser ewlekarî û aştiya deverê û emê giftûgoyeke berfire li ser Îranê jî bikin.

Weke tê zanîn beriya niha Îran jî rexneyên dijwar li Azerbayicanê kiribû û gotibû em rê nadin Îsraîl were ser sînorên me û bibe cîranê me.

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.