Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Xizmeta abûriya Kurdistanê dike

gotara Serokwezîr ya dema vekirina kargeha şîremenî ya li Mêrgesorê.
کوردستان TV
100%

Îro li qezaya Mêrgesorê kargeheke mezin ya şîremeniyê vekir.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gundê Jajokê ya ser bi qezaya Mêrgesorê kargeheke mezin ya şîremenî û berhemên şîremeniyê vekir û gotarek jî pêşkêş kir û ragihand ku, berdewam dibin di piştevanîkirina sektora çandinî û cotkaran de û ji bo vê mebestê jî li ser dirustkirina çar bendavên mezin, kar dikin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir, vekirina Kargeha Zom li devera Mêrgesorê ku pêşeng bû di xebat û qurbanî danê de û çendîn destan lê hatine encamdan, pêngaveke gelek girînge û ev kargeh dê bibe sedema bilindkirina aboriya vê navçeyê û Herêma Kurdistanê û xizmetkirina xelkê navçeyê.”

Mesrûr Barzanî destnîşan kir, sala borî de serdana Wezareta Çandiniyê kiriye û behsa kar û projeyên wezaretê kirine û got: “Divê ev proje li deverên gundnişîn werin dirustkirin, da ku xelkê gund neçar nebin koç bikin bo bajêr, ku yek ji wan projeyan kargeha şîremeniyê bû.”

Herwiha eşkere kir, ev kargeh dê bibe çavkaniya debara xelkê navçeyê ku zêdetirî 2700 malbat li vê navçeyê dijîn û dikarin berhemên ajelên xwe bifiroşin û ji bo dahata wan a rojane çavkaniya debara wan bibe.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bal kişand ser girîngiya parastina sirûşt û jîngehê û behsa hewldanên kabîneya xwe kir ji şarezayan û pisporan ji bo rûbirûbûna qeyrana hişkesaliyê û parastina çavkaniyên avê û kêmkirina bikaranîna avê.

Mesrûr Barzanî welatiyan han dide ku berhemên xwemalî bi kar bînin û ji xwedî projeyan daxwaz kir ku li ser berheman cûreya berhemên xwe nîşan bidin û ji bo welatiyan zelal bikin, eger berhemên wan sirûştî bin, binivîsin ku sirûştî ye, eger şîrê toz were bikaranîn binivîsin, da ku welatî ji bikaranîna wan bawer bin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê eşkere kir ku di serdanên xwe de bo derveyî welat, her dem pirsyara wê yekê kirine ku çawa berhemên çandiniyê zêdetir bikin û kalîteya wan bilind bikin û bazarên navxwe û derve ji wan re bibînin, herwiha bal kişande ser hinardekirina berhemên xwemalî bo welatên Kendavê ku ev jî handereke baş bû ji bo bilindkirina berhemên xwemalî.

Herwiha di nav kargehê de taqîgeheke taybet heye ji bo pişkinîna şîr û dilniyabûna kalîteya şîr ku digihe kargehê û berhemên ku di nav kargehê de têne berhemanîn.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.