Serokwezîr kargeha Zom vekir

gelek derfetên karî bo şêniyên deverê diafirîne.
کوردستان TV
100%

Ev kargeh li devera Mêrgesorê hatiye avakirin.

Kêliyek beriya niha Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî yekem kargeha şîremenî ya bi navê zom ya li gundê Jajokê ya ser bi Mêrgesorê vekir.

Ev kargeha han mezintirîn kargeha şîremenî ya Kurdistanê ye û madeya xam ya berhemên vê kargehê ti temamî navxweyîne.

Di nava vê kargeha han de gelek kes bûne xwedan kar û berhemên ajeldarên deverê jî bi vê kargehê tên firotin.

Ev kargeh di çarçoveya bernameya hikûmetê ya bo cîhbicîh kirina projeyên steratejîkî û ava kirina jêrxana bihêz ya abûriya Kurdistanê de hatiye avakirin û rixmî ku, derfetên gelek zêde yên kar bo şêniyên deverê diafirîne, hevdem dibe sedema geşe kirina ajeldariyê li deverê de jiber ku, tevahiya berhemên ajeldarên deverê ji aliyê vê kargehê ve têne kirîn.

Nûçe Kurdistan Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.