Li Îraqê serjimêrî îsal nayê kirin

jiber nepejrandina bûdceyê serjimêrî tê paşxistin.
کوردستان TV
100%

Hijmara şêniyên Îraqê 43 miliyon kes derbas kiriye.

Wezareta plandanîn û amarê ya Îraqê ragihandiye ku, serjimêriya giştî ya Îraqê yaku, biryar bû di dawiya sala 2023an de were kirin jiber hin sedemên teknîkî nayê kirin û mimkune di sala 2024an de were kirin.

Di beşeke din ji daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku, sedema sereke ya paş xistina serjimêriyê, nepejrandina bûdceya giştiye di dema xwe de.

Di daxuyaniya wezareta plndanîn û amarê ya Îraqê de hatiye eşkere kirin ku, niha hijmara giştî ya şêniyên Îraqê 43 miliyon kes derbas kiriye.

 

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.