Îran daxwaze ji Îraqê dike û dibêje lezê bike

her du alî tekez li ser cîhbicîh kirina rêkeftina ewlekarî ya di navbera Îran û Îraqê de dikin.
کوردستان TV
100%

Dibêje partiyên Kurdî ji Îraq derbixe.

Li gor çapemeniya Îranî duhê di civîna navbera Şêwirmendên civata ewlekariya Îraq û ya Îranê de behsa ewlekariya sînorên navbera Îran û Îraqê hatiye kirin.

Her di heman civînê de aliyê Îranî daxwaz ji Îraqê kiriye daku, bilez dawî bi hebûna part û aliyên siyasî yên dijî Îranê li Îraqê bîne û ewlekariya sînoran li gel Îranê gerentî bike.

Rayedarên Îranî herwiha daxwaz ji Îraqê kirine daku, bo avêtina wan gavan lezê bikin û nabe cîhbicîh kirina wan gavan gelek dom bike.

Her di heman civînê de her du alî tekez li ser cîhbicîh kirina rêkeftina ewlekarî yaku, beriya demekê di navbera Îran û Îraqê de hatiye îmzekirin, kirine.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.