Îsraîl sîstemeke nû ya berevanî cerband

hêzên deryayî yên Îsraîlê jî ji niha û pêde sîstema qelha asin bikar tînin.
کوردستان TV
100%

Ev sîstem vê di destê hêzên deryayî de be.

Artêşa Îsraîlê ragihandiye ku, di çarçoveya hewldanên bo bihêztir kirina sîstema berevaniya asmanî ya welat de, kariye sîstemeke nû bicerbîne.

Ev sîstema han yaku, beşeke ji qelha asin ya navdar ya Îsraîlî, vê li ser avê û di nava deriyayan de kar bike û tenê di destê hêzên deryayî yên Îsraîlê de be.

Li gor daxuyaniya artêşa Îsraîlê, heta niha  hêzên leşkerî yên bejahî Îsraîlê tenê dikarîn sîstema berevanî ya navdar ( qelha asin) bikar bînin lê ji niha û pêde ev sîstem monteya keştî û qayîqên leşkerî yên Îsraîlî hatiye kirin û hêzên deryayî jî dikarin vê sîstema han bikar bînin.

Weke tê zanîn di destpêka vê hefteyê de Îsraîl baloneke mezin jî çê kiriye ku, dikare her cure êrîş, mûşek, balefir û dronek ku, ji pênc welatên derdorê Îsraîlê, ber bi Îsraîlê ve bifirin destnîşan bike.

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.