Li gel kompaniya Boeingê mişxûlî îmze kirina rêkeftinê ne.
Kompaniya boeing ragihandiye ku, li gel hikûmeta Siûdiyeyê hewl didin rêkeftinek îmze bikin daku, li gor vê rêkeftina han Siûdiye 150 balefirên ji cureya Boeing 737 Max ji vê kompaniyayê bistîne.
Heta niha derbarê buhayê wan balefiran de ti zaniyarî nehatiye belavkirin lê kompaniya boeing diyar kiriye ku, Siûdiye dixwaze navgana asmanî ya veguhastina rêwîngan û karûbarên abûrî bihêztir bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin