Bi serkeftina Erdogan lîre daket

pispor jî huşdariya vê yekê didin ku, dolar digehêje asta 30 lîreyan.
کوردستان TV
100%

Pispor jî huşdariya qirîzeke mezin û kûr ya darayî didin.

Duhê gera duyem ya hilbijartinên Serokkomariyê li Tirkiyeyê bi dawî hat û Receb Teyyib Erdogan dîsa bû Serokkomarê Tirkiyeyê.

Beriya gera duyem ya hilbijartinan, pisporên abûrî yên Tirk huşdariya vê yekê dabûn ku, eger Erdogan were hilbijartin vê abûriya Tirkiyeyê rastî qirîzeke mezin û kûrtir bibe.

Di vê çarçoveyê de îro duşem dema burseyên Tirkiyeyê hate vekirin, careke din buhayê lîreya Tirkî li hember diravên biyanî bi awayeke berçav daket û dola li hember lîreyê dîsa pîvana dîrokî tomar kir.

Niha li burseya Tirkiyeyê ya fermî dolar asta 20 lîreyan derbas kiriye lê di nava bazar de buhayê yek dolar gehêştiye 22 lîreyan û pispor jî huşdariya vê yekê didin ku, dolar digehêje asta 30 lîreyan.

Rojhilata navîn Tirkiye Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.