Rûsye Kiev bi dronan bordiman kir

artêşa Ukraynayê xwe bo êrîş kirine ser Rûsyeyê amade kiriye.
کوردستان TV
100%

Welatiyek hatiyekuştin.

Serokê bajardariya Kieva paytexta Ukraynayê Vitaliy Kliçko ragihandiye ku, îro danê sibê Rûsye bi çend dronên bombekirî êrîşî ser çend taxên Kievê kiriye.

Vitaliy Kliçko diyar kiriye ku, di encama bordimanê de welatiyek canê xwe ji dest daye û çend kesên din jî birîndar bûne.

Ji aliyeke din ve wezareta berevanî ya Ukraynayê ragihandiye ku, artêşa vê welatî dest bi amadekariyên pêwîst bo êrîş kirine ser Rûsyeyê kiriye û tişta ku, heta niha artêş kiriye, berevanî kirin û bersifdayî bûye lê ji niha û pêde vê artêşa Ukraynayê dest bi êrîş kirine ser Rûsyeyê bike.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.