Îro civata wezîran bi Serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiya û di dawiya civînê de jî ev daxuyaniya han li ser hesabê Serokwezîr hat weşandin:
Îro me gerînendetiya civîna civata wezîran ya herêma Kurdistanê kir.
Di civînê de ku, Cîgirê Serokwezîr birêz Qubad Talebanî jî têde beşdar bû, weke yekem rojev pêşhatên dawî yên taybet bi proje bûdceya federalî bo salên 2023, 2024 û 2025 hatin nirxandin û giftûgoyên derbarê xalên taybet bi şayîsteyên darayî yên herêma Kurdistanê ku, di civîna civata wezîran ya Îraqê ya di 2ê Gulana 2023an de hinek ji xalên vê hatibûn serrastkirin û di nava wan de guhertin di nava madeya 12 û reş kirina peyva metirsî bû li ser şandina şayîsteyên darayî yên herêma Kurdistanê, hate kirin.
Behsa hewldanên çend parlementoyên parlementoya Îraqê hate kirin ku, pêşniyarên wan li dijî maf û şayîsteyên darayî yên herêma Kurdistanê ye ku, rêkeftin li ser hatiye kirin û ji aliyê civata wezîran ya her du hikûmetên herêm û federalî ve hatiye pejrandin û di çarçoveya rêkeftina 4/4/2023an de û proje bûdceya Îraqê de hatine cîhgîrkirin.
Me bi awayeke kurt behsa giftûgoyên navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî bo civata wezîran kir ku, encama vê jî rêkeftina navbera hikûmeta herêmê û hikûmeta federalî bûye bo parastina berejwendiyên her du aliyan, li ser esasê destûr û dabîn kirina şayîsteyên herêmê di nava proje bûdceyê de, lewre lazime di pejrandina proje bûdceyê de lez were kirin û rêz ji maf û şayîsteyên destûrî yên herêma Kurdistanê were girtin û ti serrast kirinek di nava vê projeyê de neyê kirin ku, ji derveya xalên rêkeftinê û jihev fêmkirina hevbeş ya navbera her du aliyan de be.
Me ev yek diyar kir ku, herêma Kurdistanê pêbendiyên xwe cîhbicîh kiriye lewre lazime hikûmeta federalî jî erkên stûyê xwe cîhbicîh bike, maf û şayîsteyên herêma Kurdistanê weke deverên din yên Îraqê dabîn bike.
Di dawiya vê rojevê de civata wezîran biryar da ku, şanda danûstandinkar ya herêma Kurdistanê berdewam be li ser têkilî û hemahengiyên li gel hikûmeta federalî û endamên civata wezîran, parlemen û firaksiyonên Kurdistanî bo pêşî girtin ji her hewldanek bo binpê kirina maf û şayîsteyên herêma Kurdistanê ku, di nava destûrê de hatine bicîhkirin û di nava rêkeftina her du hikûmetan de û proje qanûna bûdceyê de reng vedane.
Derbarê şayîsteyên darayî yên herêma Kurdistanê yên taybet bi wan 5 mehên sala 2023an, civata wezîran pêşniyara Sekreterê civata wezîran Armanc Rehîm hate pejrandin ku, dibêje bila nameyek bo civata wezîran ya Bexdayê were şandin bo kar kirin bi madeya 13 ya destûra îdarî darayî ya federalî ya sala 2019an bo şandina 1 li ser 12 xerciyên herêmê yên sala derbasbûyî ku, ji aliyê tîma hevbeş ya çavdêrî û venêrînê, weke mekanîzma ku, xerciyên parêzgehên din yên Îraqê li gor vê têne xerckirin û ji 1/1/2023 ve nabe cudakarî di navbera herêma Kurdistan û deverên din yên Îraqê hebe, herêm jî amadeye bo her pêbendiyek ku, d iwarê qanûnî û îdarî de bikeve ser stuya vê.
Di rojeva duyem ya civînê de me giftûgo derbarê danîna mekanîzma hevbeş bo cîhbicîh kirina biryara civîna hefteya derbasbûyî ya civata wezîran ya taybet bi rêkxistina darayiya giştî ya herêma Kurdistanê kir.
Piştî giftûgo û pêşkêş kirina çend pêşniyaran, civata wezîran bi piraniya dengan tevahiya xalên vê biryarê pejrand bi liber çav girtina ev serrast kirinê ku, ji aliyê civata wezîran ve hatine kirin.
Serokwezîr û Cîgirê wî tekez li ser girîngiya cîhbicîh kirina vê biryarê kirin ku ,dibe sedema dubare dariştina bingehên darayiya giştî li herêmê bi armanca navendî kirina dahat, xercî û bi navendî kirina mûçe li seraserê herêma Kurdistanê ku, karê herî lipêş be li gor hijmara şêniyan ne li gor asta rêjeyî, ji bilî mûçeyê.
Civata wezîran tevahiya wezîran pîwerdar kir ku, her ji niha ve plana cîhbicîh kirina xalên vê biryarê dabirêjin û gerentî kirina cîhbicîh kirina vê biryarê jî bordeke bilind ya piştîvaniyê were avakirin û asankarî kirin û nehêştina astengiyan.
Di dawiya civînê de bernivîsa proje qanûna wezareta tendirostî ya li herêma Kurdistanê ji aliyê wezîra herêmê bo karûbarên parlemen Vala Ferîd ve hate pêşkêşkirin û armanc ji vê proje qanûnê, bilind kirina asta dezgehên giştî yên tendirostî, xizmetgozariyên tendirostî û civata wezîran jî biryar da daku, derfet bi civata wezareta tendirostî û birêveberên giştî yên tendirostî yên li parêzgeh û îdareyên serbixwe were dayîn daku, venêrînê bo bikin bo ku, were amadekirin bo dengdana dawî di civînên pêş yên civata wezîran de.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin