Îran jî bersifa Îsraîlê dide û dibêje berpirsiyar Îsraîle.
Piştî daxuyaniya Şêwirmendê ewlekariya nîştimanî ya Îsraîlê li dor tesîsatên etomî yên binerd yên Îranê ku, gotibû Îsraîl xwedan karîne û dikare êrîşî ser wan tesîsatan jî bike, Îran jî bersifa Îsraîlê da.
Rayedarekî Îranê ku, nexwestiye navê xwe eşkere bike di daxuyaniyekê de ji kanala Elcezîre re gotiye ku, eger Îsraîl êrîşî ser navendên etomî yên Îranê bike, ev wateya ragihandina şereke berfireye û berpirsiyarê yekem yê vê şerê hanê jî Îsraîle.
Ev rayedarê Îranî eşkere kiriye ku, Îran li hember êrîşên Îsraîlê bêdeng namîne û bersifeke gelek dijwar bide her cure êrîşeke Îsraîlê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin