Mimkune bajarê Tebrîzê were vala kirin

dibêje lazime 4 miliyon kes werin veguhastin.
کوردستان TV
100%

Jiber hişikbûna gula Urmiyeyê ev bajar tê valakirin.

Berpirsê berê yê jîngeha Îranê Îsa Kelaneterî ragihandiye ku, lazime rêkarên pêwîst û bilez li hember hişkbûna gula Urmiyeyê werin stendin jiber ku, hişikbûna vê gulê zirarên gelek mezin bide Îranê û şêniyên deverê.

Îsa Kelanterî diyar kiriye ku, eger gula Urmiyeyê hişik bibe vê demê lazime bajarê Tebrîz û bajarokên derdor jî werin valakirin jiber ku, derfetên jiyanê di nava wan de namînin.

Nav hatî diyar kiriye ku, jiber hişikbûna gula Urmiyeyê vê toza xê çê bibe û şêniyên deverê jî nikarin vê yekê tehemul bikin lewre lazime zêdetir ji 4 miliyon şêniyên Tebrîz û derdorê werin veguhastin.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.