Dibêje bo welateke neyar sîxorî kiriye.
Li gor çapemeniya Erebî duhê li ser fermana rayedarên Siûdiyeyê, welatiyeke Siûdî yê ku, bi tawana sîxorî kirin bo welateke neyar hatibû girtin, hatiye îdamkirin.
Çapemeniya Siûdî diyar kiriye ku, navê welatiyê îdamkirî Ehmed bin Elî Metûqe ku, li Rojhilatê Siûdiyeyê nîştecîh bûye, sîxorî bo welateke dijî Siûdiyeyê kiriye, çûye nava navendeke leşkerî ya neyarê Siûdî û perwerdeya leşkerî dîtiye û bi armanca organîze kirina çalakiyên dijî Siûdiyeyê, vegeriyaye Siûdiye û ji aliyê hêzên ewlekarî ve hatiye girtin.
Ji aliyeke din ve Siûdiye beriya du rojan 4 welatiyên din yên xwe bi hinceta terorîzmê îdam kiribû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin