Şandeke Îraqî diçe Îranê

kêm kirina gazê li ser Îraqê bûye sedema çê bûne kêşeyên gelek mezin.
کوردستان TV
100%

Vê giftûgo li ser kêşeya gazê bike.

Piştî kêm kirina rêjeya henarde kirina gazê ji Îranê bo Îraqê, Îraq rastî kêşeyên mezin yên di warê elektirîkê de hat û asta hêlbirîna elektirîkê li Îraqê gelek daket.

Niha biryare hefteya pêşiya me şandeke hikûmeta Îraqê bo giftûgo kirin li ser mijara kêm kirina rêjeya gaza henarde kirî bo Îraqê, biçe Îranê û li gel rayedarên Îranî bicive.

Her çend Îran diyar kiribû ku, kêm kirina rêjeya gaza henardekirî jiber kêşeyeke tenknîkiye, lê hin çavkanî jî behsa vê yekê dikin ku, Îran jiber heta niha deyinên xwe ji Îraqê nestendine, dest bi kêm kirina henarde kirina gazê bo Îraqê kiriye.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.