Ev rêkeftin taybete bi petrol û lêdana bîrên petrolê.
Wezareta petrolê ya Îraqê ragihandiye ku, piştî hewldaneke zêde karîne kompaniya ADS ya Amerîkî razî bikin daku, li Îraqê dest bi karûbarên taybet bi petrolê bike.
Di daxuyaniya wezareta petrolê ya Îraqê de hatiye eşkere kirin ku, wezareta petrolê li gel kompaniya ADS ya Amerîkî derbarê lêdana bîrên petrolê, anîna teknolojiya nû bo dîtin, lêdana bîrên petrolê û bilind kirina rêjeya hêlbirîna petrolê lihev kirine û rêkeftinek jî îmze kirine.
Weke tê zanîn hefteya derasbûyî hikûmeta Îraqê jî daxwaz ji kompaniyên cîhanî kiribû daku, li Îraqê di warê petrolê de dest bi sermayegozariyan bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin