Behsa rewşa jinan û mafên jinan û zarokan kirin.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya jina çalakvan ya Brîtanî ya ji malbeta Şahê Brîtanyayê Duchess Sophie kir û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;
Îro me pêşwaziya xanima Şahzade Duchess Sophie, hevjîna Mîr Edward Duke Edinburgh birayê Xwedan şiko şah Charles Şahê Brîtanyayê kir.
Di civînê de ku, balyozê Brîtanyayê yê li Îraqê û Konsulusê giştî yê vê welatî li herêma Kurdistanê jî têde beşdar bûn, me balkêşande ser têkiliyên dostane û taybetî yên di navbera Brîtanya û herêma Kurdistanê de û spasiya berdewamiya hevkariyên Brîtanyayê yên bo Kurdistanê bi taybetî di ware rûbirû bûna terorê de kir.
Xatû Duchess Sophie bi awayeke kurt behsa kar, çalakî û armancên serdana xwe bo herêma Kurdistanê kir ku, pêşde birina parastina mafên jinan, zarokan û nehêştina tundûtîjiya li hember wane bi taybetî li wan deverên ku, rastî şer û naaramiyan hatine bi taybetî jin û zarokên Êzidî yên qurbaniya destê terorîstên DIŞIê. Di vê derbarê de me jî tekez li ser pêşde birina çanda rêzgirtin ji mafên mirovan bi giştî û parastina mafên jinan û zarokan kir.
Me herwiha pêbendiya hikûmeta herêma Kurdistanê bi pêşde birina bingehîn yeksaniya zayindî û rûbirû bûna her cure tundkarî û cudakariyek li dijî jinan, diyar kir.
Rewşa bihevre jiyana aştiyane di navbera pêkhateyên cuda yên herêma Kurdistanê, baştir kirina asta xwendin û dabîn kirina derfetên xwendinê bo jinan û zarokan mijarên din yên vê civîna me bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin