48 parçe ferşên giranbuha hatine dizîn.
Beşê farsî ya ajansa îndipendetê li ser zarê rayedarên berpirs ji koşka Serokkomarî ya Îranê ya Sedabadê belav kiriye ku, dizî ji vê koşka han hatiye kirin.
Çavkaniyê diyar kiriye ku, kesên diz karîne 48 parçe ferşên destbaft (bidest çêkirî) yên Kaşanê ji vê koşka han bidizin.
Ferşên destbaft yên Kaşanê netenê li Îranê belku li seraserê cîhanê buhatirîn cureya ferşêne.
Heta niha rejîma Îranê li ser vê mijarê ti daxuyanî nedaye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin