Mesrûr Barzanî: Zanîngeha Akrê tê ava kirin

Serokwezîr li gel şêniyên Akrê û Berdereşê civiya.
کوردستان TV
100%

Serokwezîr li Akrê ye û çend projeyên girîng vedike.

Îro danê êwarê Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana devera Akrê kir û li gel şêniyên Akrê û Berdereşê civiya.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di civînê de gotarek pêşkêş kir û ragihand ku, kabîneya 9an ya hikûmeta Kurdistanê rixmî kêşe û arîşeyên darayî kariye li gelek deverên Kurdistanê projeyên mezin û steratejîk cîhbicîh bike û hikûmet ji niha û pêde jî bi awayeke cidîtir û berfiretir projeyên mezin cîhbicîh dike.

Mesrûr Barzanî di berdewamiya gotara xwe de rixmî balkêşandine ser rola devera Akrê û Berdereşê, behsa vê yekê kir ku, ev devera han devereke çandiniyê û torîstîkiye û ji niha û pêde vê gelek girîngî bi vê deverê were dayîn û heta niha mixabin ji ber hebûna çekdarên hin aliyan, gelek gundên vê deverê valane û şêniyên gundan nikarin biçin gundên xwe û karên xwe bikin lewre lazime her kes rêz ji serweriya axa Kurdistanê û dezgehên fermî  yên Kurdistanê bigire û astengiyan bo xelkê Kurdistanê çê neke.

Mesrûr Barzanî herwiha daxwaz ji ciwanên deverê jî kir ku, karînên xwe bixin ger û proje bo xwe ava bikin û hikûmet jî piştîvaniya wan dike.

Barzanî di beşeke din ji gotara xwe de daxwaz ji dayik û bavan kir daku, di warê perwerdehiyê de cudatî nexin navbera keç û koran û ragihand ku, lazime piştîvaniya keçan jî bikin daku, bi awayeke yeksan li gel xortan bixwînin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di berdewamiya gotara xwe de behsa vê yekê kir ku, di demeke nêz de vê zanîngeha Akrê ava bikin û bi heman awayî li devera Gerimiyanê jî zanîngeh were vekirin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.