Sîstema bankî li Kurdistanê tê yekxistin

mekanîzmaya vê sîstemê hatiye amadekirin.
کوردستان TV
100%

Îro civîneke taybet bo vê mebestê hatiye lidarxistin.

Îro bi Serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civîneke taybet bo yekxistin û bihevre girêdana bank û gencîneyên Kurdistanê hate lidarxistin û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;

Îro me gerînendetiya civîneke taybet bi rêkxistina darayiya giştî ya herêma Kurdistanê kir.

Di civînê de ku, Cîgirê Serokwezîr birêz Qubad Talebanî jî têde beşdarbû, giftûgo derbarê biryara hefteya derbasbûyî ya civata wezîran hat nirxandin ku, têde bi piraniya dengan biryara yekxistin û rêkxistina darayiya giştî li seraserê herêma Kurdistanê hatibû pejrandin û Serokwezîr û Cîgirê Serokwezîr jî hatin pîwerdarkirin bo diyarî kirina mekanîzmeke bilez ya bo cîhbicîh kirina vê biryara han.

Me giftûgo derbarê dariştina mekanîzma taybet bi rêkxistina dahat û xerciyên giştî li seraserê herêma Kurdistanê kir û tekez li ser vê yekê kir ku, dabîn kirina mûçe weke ewleviyeta xerciyane û weke xerciyeke sereke karê herî lipêş yê hikûmeta herêma Kurdistanê ye. Derbarê xerciyên din yên giştî de jî lazime bi awayeke dadmend û li ser esasê hijmara şêniyan li parêzgeh û îdareyên serbixwe were dabeşkirin û bo vê yekê jî biryara yekxistina hijmara bankî ya tevahiya çavkaniyên dahatê hate dayîn û bi vê rengî tevahiya dahatan li seraserê herêma Kurdistanê di nava hesabeke bankî de kom dibin û dawî jî bi dabeşkariya rêjeyî tê anîn û lazime bilez tevahiya bank û gencîneyên Kurdistanê bi rêya dîcîtalî bihev re werin girêdan, hem bo parastina dahata giştî û him jî bo pêşde birina şefafiyeta dahat û xerciyan bo amade kirina plana xercî bi mebesta dabîn kirina hevsengiyan di navbera dahat û xerciyan de.

Me balkêşande ser vê yekê ku, niha bi hevkariya pisporên navxwe û biyanî kar li ser ava kirina sîstema bankî û bankaya pêşkeftî û hevçerx li herêma Kurdistanê de tê kirin.

Di mijareke din ya civînê de, me behsa maf û şayîsteyên darayî yên herêma Kurdistanê di nava bûdceya federalî ya Îraqê de kir ku, niha di destê komîteya darayî ya parlementoyê deye. Di vê derbarê de me helwesta hikûmeta herêma Kurdistanê ya li ser pêbendiya bi rêkeftinnameya petrolê ya 4.4.2023 û tevahiya xalên vê diyar kir, spasiya tevahiya wan kesan dikin xwedan rol bûne di guhertinên nava proje bûdceyê de bo nehêştina astengiyên li berdem şandina bûdce û şayîsteyên herêmê û spasiya endamên civata wezîran û parlemen û firakisyonên Kurdistanî dikin ku, bi yek deng berevanî ji maf û şayîsteyên destûrî yên herêmê kiriye û lazime tevahiya hewldanên heyî werin bitevgerkirin bo dabîn kirina mûçe û debara jiyana welatiyên herêmê ji bûdceya federalî.

Em daxwaz jî ji hikûmeta federalî û aliyên sereke yên avakerên kabîneya wezarî dikin ku, li gor destûrê pêbend bin bi cîhbicîh kirina rêkeftinan û gerentî kirina maf û şayîsteyên herêma Kurdistanê weke deverên din yên Îraqê.

 

 

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.