Dibêje heta Tirkiye nevekêşe emê têkiliyan normal nekin.
Di wan demên dawî de bi biryara Komkara Erebî ya bo vegera Sûriyeyê bo nava Komkara Erebî, hinek destê Sûriyeyê li herêmê de bihêztir bûye û Sûriye jî hêdî hêdî hêza xwe nîşanî Tirkiyeyê dide.
Di vê derbarê de wezîrê derve yê Sûriyeyê Feysel Mêqdad piştî bi dawî hatina civîna Komkara Erebî daxuyaniyeke nû da û huşdarî da Tirkiyeyê.
Mêqdad diyar kir ku, hewldanên Tirkiyeyê yên bo normal kirina têkiliyan li gel Sûriyeyê berdewamin lê mercên Sûriyeyê hene û heta niha Tirkiye mercên Sûriyeyê bicîh neaniye.
Mêqdad tekez li ser vê yekê kir ku, heta Tirkiye ji axa Sûriyeyê nevekêşe û dawî bi piştîvanî kirina terorê nehêne vê demê Sûriye bi ti awayî têkiliyên xwe li gel Tirkiyeyê normal nake.
Weke tê zanîn ev çend mehe Tirkiye bo normal kirina têkiliyan hewl dide û di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de jî heta niha li Rûsiyeyê çend civîn hatine lidarxistin û di civîna dawî de jî biryar li ser amade kirina nexşerêyek bo normal kirina têkiliyan hatibû dayîn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin