Rêveberiya Xweser 108 zarok û jin radestî Tacikistanê kirin

80 ji kesên radest kirî zarokin.
کوردستان TV
100%

Rêveberiya Xweser li gorî belgeya radestkirina fermî ya di navbera wê û Tacikistanê de, 80 zarok û 28 jinên ji malbatên çeteyên DIŞI′ê radestî hikumeta Tacikistanê kirin.

Şandeyeke fermî ji Komara Tacikistanê serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Qamişloyê kir. Şande ji balyozê Tacikistanê yê Kuwêtê Zebêdullah Zibêdof û şandeya pê re pêk dihat.

Li gor nûçeyeke anhayê Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve Bedran Çiya Kurd, cîgirên hevseroktiyê Fener Kiêt û Robêl Beho, endamên Desteya Rêveber Xalid Îbrahîm û Gulistan Elî şande pêşwaz kir.

Her du aliyan li ser têkiliyên di navbera Rêveberiya Xwesr û Komara Tacikistanê de nîqaş kirin û şerê li dijî terora navneteweyî û fedakariyên welatiyên herêmê li hember çeteyên DIŞI′ê, her wiha xetereya DIŞI′ê li ser herêm û cîhanê hatin nîqaşkirin.

Bedran Çiya Kurd bal kişand ser girîngiya hevkariya di şerê li dijî terorê de, dîtina çareyên bingehîn ji pirsgirêka terorê re, cezakirina bi hezaran çeteyên DIŞI′ê yên li navendên girtinê yên Rêveberiya Xweser, her wiha got divê girîngî li hember navendên perwerdekirinê ku tê de bi sedan zarokên malbatên DIŞI′ê hene, bê dayîn.

Şandeya Tacikistanê fedakariyên welatiyên herêmê û saziyên wê yên li dijî çeteyên DIŞI′ê, ewlehî û aramî pêk anîne pîroz kir û hêvî kir ku ewlehî li tevahî cîhanê, bi taybet li Sûriyeyê pêk bê.

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, 80 zarok û 28 jin ên ji malbatên çeteyên DIŞI′ê yên ji Tacikistanê li gorî belgeya fermî ya di navbera her du aliyan de, radest kirin.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.