Hêlbirîna elektirîkê li Îraqê dîsa kêm bû

rêjeya 1000 mw hêlbirîna elektirîkê kêm bûye.
کوردستان TV
100%

Îran henarde kirina gazê bo Îraqê kêm kiriye.

Wezareta elektirîkê ya Îraqê ragihandiye ku, jiber kêm kirina rêjeya henarde kirina gazê ji Îranê bo Îraqê, hêlbirîna elektirîkê li Îraqê kêm bûye.

Li gor daxuyaniya wezareta elektirîkê ya Îraqê jiber kêm kirina rêjeya henarde kirina gazê ji Îranê ve bo Îraqê, rêjeya hêlbirîna elektirîkê li Îraqê bi qasî 1000 mw kêm bûye.

Di daxuyaniya wezareta elektirîkê de behsa vê yekê hatiye kirin ku, Îran jiber kêşeyên teknîkî henardina gazê kêm kiriye, lê beriya niha Îran jî çend caran jiber deyinên xwe gef li Îraqê kiribû ku, eger pereyên Îranê nede vê gazê bo Îraqê henarde neke.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.