Elî Şemxanî ji kar hat avêtin

Fermandarê hêzên deryayî bûye Serokê civata ewlekariya nîştimanî ya Îranê.
کوردستان TV
100%

Beriya niha çend dosyeyên gendeliyê yên wî eşkere bibûn.

Li gor çapemeniya Îranî, Serokkomarê vê welatî Îbrahîm Reîsî bi biryareke ji nîşkave, Serokê civata ewlekriya nîştimanî ya Îranê Elî Şemxanî yê ku, zêdetir ji 10 sale di vê postê deye, ji kar avêtiye.

Çapemeniya Îranê diyar kiriye ku, Serokkomar Îbrahîm Reîsî keseke din yê bi navê Serdar Ehmediyan ku, Fermandarê hêzên deryayî yên Îranê bûye bo vê posta han diyar kiriye.

Weke tê zanîn beriya çend mehan çapemeniya Îranî çend dosyeyên gendeliyê yên Elî Şemxanî û zarokên wî eşkere kiribû û ev yek bibû sedema çêbûna fikar û dilgiraniyan li Îranê û Rêberê Şoreşa Îranê Elî Xamneyî jî jiber şoreşa Jîna Emînî jî rexneyên dijwar li Elî Şemxanî kiribû.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.