Îraq û Kurdistanê behsa ava kirina bendavên nû dikin

her du alî hevkarî û hemahengiya navbera xwe di warê avê de zêdetir dikin.
کوردستان TV
100%

Serokwezîr li gel wezîrê çavkaniyên avê yê Îraqê civiya.

Îro Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya wezîrê çavkaniyên avê yê Îraqê kir û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya wezîrê çavkaniyên avê yê Îraqê birêz Ewin Ziyab Ebdulah û şandeke pê re kir.

Me giftûgo derbarê pere pêdana harîkarî û hemahengiya navbera herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî bi taybetî di ware çavkaniyên avê û girîngî dan bi bendavan û nûjen kirina wan û girîngiya ava kirina bendavên nû li Îraq û herêma Kurdistanê de kir.

Mijareke din ya civîna me taybet bû bi, girîngiya bi tevger kirina hewldanên her du aliyan yên bo rûbirû bûna kêmavî, bibiyaban ( çol bûn) û bandorê vê yên nerênî li ser guhertina keş û hevayê.

 

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.