Li Hewlêrê paşmayiyeke girîng ya dîrokî hate dîtin

girde leşker devereke dîrokiye ku, dîroka vê bo beriya 5 hezar salan vedigere.
کوردستان TV
100%

Dîroka vê bo beriya 7 hezar salan vedigere.

Îro yekşem Serokê zanîngeha Selahedînê Kameran Yûnis ragihand ku, tîmeke erdkolog kar û xebatên xwe yên erdkolojîkî li ser girê Gurde Leşker didomîne û di encama wan kar û xebatan de kariye paşmayiyeke girîng ya dîrokî bibîne.

Nav hatî diyar kiriye ku, ev tîma han bi hevbeşî li gel tîmeke pispor ya Îspanî karên erdkolojîkî didomînin û di encam de karîne paşmayiyeke gelek girîng ya dîrokî ku, dîroka vê bo beriya 7 hezar salan vedigere bibînin.

Ev paşmayiya han bînayeke dîrokiye ku, têde gorek û çend paşmayiyên din yên dîrokî jî hene.

Girde leşker li Rojhilatê Hewlêrê ye û dîroka vê deverê ku, devereke dîrokiye bo beriya 5 hezar salan vedigere.

Nûçe Şewazên Jiyanê

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.