Li eyaleta Sîstan û Belûçistanê hatine kuştin.
Li gor çapemeniya fermî ya Îranê, direngiya şeva derbasbûyî li bajarê Serewan ya li Sîstan û Belûçistanê li Başûrê Îranê di encama êrîşeke çekdarî de herî kêm 6 leşkerên Îranî hatine kuştin.
Çapemeniya Îranî diyar kiriye ku, êrîş li devereke nêzî sînorê Pakistanê pêk hatiye û di encama heman êrîşê de çend leşkerên din yên Îranî birîndar bûne.
Çapemeniya Îranî belav kiriye ku, êrîş ji aliyê komeke çekdar ve pêk hatiye ku, xwestiye derbasî nava axa Îranê bibe.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin